Li Swêd: Li Qada Medborgarplatsenê Xwepêşandanek bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan
Li Swêd: Li Qada Medborgarplatsenê Xwepêşandanek bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan
Îro 24-01-2026´an de, kurdên Swêd ji bo piştgiriya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li Stockholm li taxa Medborgarplatsenê, li jêr ala Kurdistanê bi hezaran kurd bi yek dengî gotin: Rojava Rojhilat Kurdistan yek welat, Yeke yeke Kurdistan Yek e, Bjiî Berxwedana Rojava, Bijî Serhildana Rojhilat, Bijî Azadiya Kurdistan.
Xwepêşandan bi surûda netewî Ey Reqîp û rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê ve dest pê kir û bi moderatoriya Kurdo Baksî birêve meşandin.
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê Îsmaîl Kamil, bi xêrhatin li beşdaran kir û gotara Konfederasyonê pêşkeş kir. Di axavtina xwe de serinc kişand ser yekitî û hemderdiya kurdan ku û kêfxweşîya xwe nîşan da ku îro li jêr ala Kurdistanê pirtir ji 3 hezar kurd bi yek deng û yek wicûd, Piştgiriya xwe bo Berxwedana Rojava nîşan didin. Konfederasyon, bê ferq û cuda li dîasporayê piştgirî û destek ji hemû beşên Kurdistanê re îro bi taybetî xwe kiriyê dengê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li Dîasporayê.
Îsmaîl Kamil, daxwaz jim NY, YE û bi taybet jî ji Swêd kir ku Kurd ne şerxwazin, kurd dixwazin pirsa Kurd û Kurdistanê bi rîya dîyalog û aşîtîyane çareser bikin. Loma jî daxwaza kurdên dîasporayê carek din radigîhînim bo dewletên Cîhanî û bi taybetî jî bo hukumet û partiyên Swêdî, piştgiraya daxwazên aşîtiyane ya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bikin.
Piştî axaftina Konfederasyonê hunermendê hezkirî Oz Nûjen bi axavtina xwe ya kurdperwer dilê beşdaran geş kir.
Ji bo piştgiriya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nûnerên gelek partiyên siyasî jî beşdarî li xwepêşandinê bûbûn.
Leif Nysmed (Sosyaldemkrat) li ser navê Tora Swêdî -Kurdistan li Parlamentoya Swêd. Axaftinek pişgiriyê bo Rojava û Rojhilat pêşkeş kir. Pêvîste bêgotin ku Tora Swêd û Kurdistan li parlamena Swêd nûnertiya 5 partiyên Swêdî dike. Berdekê kar û barên derve yê ciwanên Lîberal (LUF) Marcus Willershausen, berdevkê Ciwanê Partiya Jîngehê Pauline Lidén, siyasetmedar ji partiya (S) Diana Gaufuri axavîn û di axavtinê xwe de pi bi zelalaî piştgiriyên xwe bo çareserîya pirsa Kurdistanê û bi taybetî jî bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dan xweya kirin.
Piştî axavtinên Swêdiyan, nûnerê partiyên Kurdistanî ji PDKÎ Ezîz Herkî, ji Komeleya Zehmekêşan Salar Aşna peyamên partiyên xwe pêşkeş kirin û di peyamên xwe da îşaret bi rewşa Kurdistanê kirin, têkez kirin ku serketina Kurdan tenê dikare bi yekitiya Kurdan dibe.
Stranên kurdî yê şoreşgerî li qada komşnê de her bilind dibû. Her û Hunermedên kurd Cudî Feqe û Nalîn Feqe derketin ser sehnê du stranên netewî û şareşgerî
pêşkeş kirin. Beşdaran, bi taybetî gelek bi hers û bi coş bûn, şîarên piştgiriaya Rojava û Rojhilat ji devên wan bilind dibû.
Tevî ku bi hersên bûn, gelek bi rêk û pêk û bi dîsîplîn bûn.Meyda xwepêşandinê bi Ala Kurdistanê hatibû xemladin, li destê her kesî da Ala Kurdistan pêl dibû.
Çalakvanê Kurd Raman Chomany jî axavtinek hîtabê ciwanan kir. Dûra Berzan Koçkaya serokê FKKS´ê li ser navê federasyon axavtinek pêşkeş kir. Pêvîste bê gotin ku endamên Yekitiya Jinên Kurdistan li Swêd jî piştgirî dan xwepêşandanê.



Xwepêşandin bi sirûda netewî Ey Reqîp ve bi dawî hat. Lê ciwanên kurd qada xwepêşandanê vala nedikirin, bi hers û bi coş sîarên piştgiriyê bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê davêtin.








