Nûçe

Peyam ji bo14’e mîn kongreya PDK’ê

Rezdar serokê PDK´ê Mesud Barzanî,

Nûnerên kongreya 14´an ya PDK´ê ,

Beşdarên hêja,

Federasyona Komeleyê Kurdistan 14´e mîn kongreya Partîya Demokrata Kurdistanê ji dil û can pîroz dike û gertirîn silavên xwe pêşkeş dike.

Rêzdaran,

Hemû dîrok û kar û xebata Partîya Demokrat a Kurdistanê, rola Nemir Mele Mistefa Berzanî û hemû kadir û pêşmergeyên qahreman ên Kurdistanê, xebata 76 salan de bi çend rêzikan nayê îfade kirin.

Dîroka partîyan di eynî wextî de, bi dîroka gelê xwe ve girêdayî ye. Ango 76 salîya Partîya Demokrata Kurdistanê herweha beşek ji dîroka gelê me ye. Ev dîrok dîrokek bi êş, bi ketin û rabûn, bi enfal û koçberbûn, bi talan û wêranbûn, bi berxwedan û serkeftinan ve tijîye.

Bi damezirandina PDK’ê re, agirê tekoşînê, qehremanîya pêşmergên Kurdistanê şewqa xwe da hemû beşên Kurdistanê. Gelê Kurd di bin serokatîya Berzanîyê nemir û rêvebertîya PDK’ê de li himber zilm û zordarîyê, ji bo bidestxistina maf û azadîyan, di nav şert û mercên gelekî dijwar de xebateke bê hempa meşandiye.

Îro jî em bi bextewarî dibînin ku li Başûrê Kurdistanê bi saya vê kar û xebata dûr û dirêj, bi saya xwîna wan nemiran destkeftinên mezin hatine bidestxistin. Gelê me li Başûr bûye xwedî hikumet, parlamento, serokatî û desthilat. Partî îro ji hemû deman xurttire. Gel ji hemû deman zêdetir xwedî li partîya xwe derdikeve. Nimûna wê jî hilbijartinên dawî û encamê wê ne. Him li seranserê Iraqê, him jî li herêma Kurdistanê Partî heza yekemîn derket.

Hevalên bi rûmet,

Îro bi saya serê sîyaset û helwesta rasteqîn a serok Mesud Berzanî,  bi pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê, îradeya gelê Kurdistanê di referandûma 25`ê Îlon 2017`an de, bi rêjeya % 93 bo hemû cîhanê hate ragîhandin. Evy eka cîhê dilxweşiyê ye.

Lê divê em ji bîr nekin ku dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hewildanên xwe dixwazin rewşa Kurdistanê têk bibin. Loma, parastina destkefitinan bi qasî bi destxistina wan girînge!

Hêjayan,

Em piştrastin ku kongreya we ya 14´an, bo yekxistima mala Kurd, bo parastin û pêşvebirina herema Kurdistanê biryarên girîng bigrê. Dubare 14´e mîn kongreya we pîroz dikin, silavên germ û gur yên hemû endamên Federasyona Komeleyên Kurdistanê, pêşkeşî we hêjayan dikin.

01.11.2022

Kovan Amedî
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.