Peyamên

Ji bo 3’e mîn kongreya PSK´ê

Birêz Mesud Tek, serokê PSK´ê
Rêzdar nûnerên kongreya PSK´ê
Nûrnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî
Rêxistinên sivîl û demokratîk

Mêvanên hêja,

Li ser navê Federayona Komeleyên Kurdistan li Swêd, 3 e mîn kongreya Partiya Sosyalîst a Kurdistan´ê pîroz dikim û silavên germ û gur yên hemû endamên Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, pêşkeşî we hêjayan dikin.

Îro yek ji wan partiyên esasî ya Kurdistan a Bakur, Partiya Sosyalîst a Kurdistan li Amedê li paytexta Kurdistanê kongereya xwe pêk tîne.

Xebata PSK´ê bi çend gotinan nayê ziman, dîroka partîyan di eynî wextî de, beşek ji dîroka   gelê xwe ye. Ango 48 sal xebat û tekoşîna berdewam ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan´ê, her weha beşek ji dîroka nêzîk a gelê me ye. Ev dîrok, dîrokek bi êş û azar, bi ketin û rabûn, bi hezaran şehîdan, bi zîndan û koçberbûn, bi talan û wêranbûna welatê me, bi berxwedan û serkeftinan ve tijîye…

Partiya we ku di siyaseta netewî û niştîmanî de xwe wekî berdewama şopa xebata Şêx Seîd, Seîd Riza, Pêşewa Qazî Muhemed, nemir Serok Mustefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî dibîne, şik tuneye ku wê ser bikeve.

Hêjayan,

Em hêvîdarin ev hengavên hevkariyên partiyên Kurdistanî li bakurê Welatê me, ber bi avakirina bereyek netewî û niştimanî ve biçe. Di vî warî de erkek mezin dikeve ser milê PSK´ê û hemû partiyên Kurdistanî. Azadiya gelê Kurdistanê bi yekitiya hêzên Kurdistanî ve girêdayî ye.

Em carek din 3 e mîn kongreya we pîroz dikin û serketina we dixwazin.

30.11.2022

Kovan Amedî
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdista li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.