Nûçe

Li Parlamentoya Swêd: Panelek balkêş li ser rewşa serhildana xelkê li Kurdistana Rojhilat

Îro   li Parlamento ya Swêdê paneleke   li ser serhilda xelkê rojhilatê Kurdistanê û li Îranê birêve çû.

 

Panel ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistan Îran Komîteya Swêd û Partiya Lîberalên Swêd ve hatibû amadekirin.

Gotûbêjek pir balkêş ku tê de panelîst bi geşepêdana tevlihev a bûyerên ku niha li welêt diqewimin ji perspektîfên cûda ve mijûl bûn.

Semînervanê Panelê Kak Xalid Ezîzî berdevkê KDPI, Magnus Norell pispor û lêkolînerê Rojhilata Navîn, Hans Ekström –Parlamenterê Partiya Sosyaldemokratan û Fredrik Malm Parlamenterê Partiya Lîberalên Swêd bûn.

Babeta civînê agahdarî li ser rewşa dawî ya serhildana xelkê Kurdistana Rojhilat û Îranê bû. Civînek balkêş û watedar bû. Cîvîn bi moderatoriya Mardî Hêja Baban re birêve çû. Nûnerên Fedrasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd jî beşdarî li panelê kir.

 

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.