Bîranîn

33´e mîn Salvegera Serhildana Mezin ya Kurdistanê Pîroz Be3/5/1991-2024/3/5

Serhildan şêweyê têkoşîn û şoreşa her gel û neteweyekê  ku ji bo bidestxistina armanc û destkeftan û azadkirina gel û welat tê kirin.

Serhildana 5’ê Adara 1991’an li Ranyayê ku weke deriyê serhildanê tê zanîn saet di 09.00’an de bi awayekî fermî dest pê kir, xelk ji her alî ve daketin kolanan, piştre saet di 15.00’an de li Ranyayê êrîşî saziyên dewletê kirin. Lewra Ranya û dergûşa serhildanê serhildanê  tê zanîn.

Di 7’ê Adara 1991’an de gelê Silêmaniyê serî hilda û bi lez û bez êrîşî baregehên leşkerî û saziyên dewletê kir û bajar rizgar kir.

Di 11’ê Adara 1991’an de xelkê Hewlêrê saet di 09.00’an de daketin qadan û êrîşî saziyên zordar ên rejîmê kirin.

Di 14’ê Adara 1991’an de bi hilatina rojê ve, xelkê  Duhokê li taxa Beroşkî ya jorîn rabûn ser piyan û bajar rizgar kirin.

Roja 21.03.1991ê serhildana bajarê Kerkûkê dest pê kir, lê mixabin demek dirêj berdewam nekir ku firokeyên şer ên rejîmê bajar bombebaran kirin û xelk û Pêşmerge ji tirsa komkujiya li wî bajarî paşde vekişiyan û azad bûn.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, pîrozbahiyê li gelê Kurd dike û bang li partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî dike çewa ku bi serhildanan  Kurdistanê azad kirin, bi heman çîweyê jî dikarin  destkeftiyên Kurdistanê biparêzin.

 

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

2024

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.