8´ê Adarê roja jinan ya Cîhanê, li dijî tund û tûjiyê rojeke dîrokî ye!
Di sala 1857’an de ji bo zêdekirina mûçeyan û kêmkirina wextê kar, karkerên Kargeha Tekstîlê ya New York ê li Amerîkayê xwepêşandanek li dar xist. Jinên ku beşdarî xwepêşandinê bûn rastî êrîşa tundiya polîsan hatin û piraniya wan hatin girtin û hejmareke mezin hatin kuştin û birîndarkirin.
Jin, di 8 ‘ê Adara 1914 ‘an de bajarên Ewropayê careke din meşiyan û xwestin şer bi dawî bibe û aştî pêk bê. Di sala 1917 ‘an de piştî bi dawîbûna şer, jinên Rûs xwepêşandanek di bin dirûşemeya “Ji bo nan û aştiyê” li dar xistin. Her çend desthilatdarên wê demê, hewil dan kur ê li ber xwepêşandaran bigrê jî, lê Yekîtiya Jinan, desthilatdaran neçar kirin ku demên kar kêmtir bikin û mafê dengdanê bidin jinan ku jin di civatê da xwedî hin mafên din bin. Ji wê rojê vir de, 8´ê Adarê wek Roja Jinan ya Cîhanê tê pîroz kirin.
Li Kurdistanê 8´ê Adarê, bi salane bi rengekî cuda tê pîroz kirin. Rêxistinên jinan vê rojê bilind û pîroz digrin. Jinên Kurd her tim di tevgera azadiya netewî de roleke girîng lîstine û di şoreşan de faktorên girîng û serfiraziya pêşmergeyan bû ne.
Li malê jî mamosteyên perwerde û mezinkirina zarokan ne. Li qada xebatê de mil bi milên mêran tê dikoşin. Îro jin cihê xwe di nav gelek qadên xebatan de xwedî biyardadrin. Endamê parlametoyan´in, serokên dewletan e, rêvebirin partî û sendîkayên karkeran e. Bo bi destxistina van mafana, gelek qurbaniyan danin.
Li başûrê Kurdistanê bi taybetî piştî raperîna mezin a sala 1991´ê, jinan bi têkoşîna xwe karîn guhartinên esasî li Parlmentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan bikin . Îro hejmarek mezin ji jinan gîhan musteweya biryardanên siyasî û îdarî, wekî wezîr û şêwirmend û dadwer. Di dezgehên din ên hukûmî de jî ji bo sererastkirin û guhertina qanûnan, bi taybetî wek derkirina yasaya li dijî tundûtûjiyê di nav malbatî û yasaya li dijî firejînî, berhemên tekoşîna jina e.
Belê li Kurdistanê, jin di warê mafên jinan de pêşketineke girîng bi dest xistin, lê nayê wê wateyê ku hukmê mêran, şîdeta li hemberî jinê û êrîşa derûnî bi dawî bûye, loma ev pêşketin ne di asta daxwazên jinan de ye.
Helbet gelek sedemên wê hene, gelo ji ber nebûna hişmendiya civakî ye, an jî ji ber hin kevneşopiyên xerîb ku bi kevneşopiyên kurdî re tevlihev bûne? Ji ber vê yekê pirsgirêkên jinan ne tenê bi xwe ve girêdayî ye, pirsgirêkeke civakî ye.
Azadiya jinên kurd, bi azadiya civata Kurd ve, bi pêşketin û demokratîkbûna civatê ve girê dayî ye. Tekoşîna me jinan bi her ewayî bo bi destxistina azadiyan her berdewam e.
Ji ber vê yekê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, girîgiyek mezin dide xebata jinan.
FKKS, silavek germ li hemû jinên cîhanê ku jiyanên xwe bo bi destxistina mafên jinan de ji dest dane dike.
FKKS, 8´ê Adarê bi giştî li jinên Cîhanê û bi taybetî jî li jinên Kurdistanê pîroz dike.
FKKS, hemû jinên şedîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtîne û xwe li ber wan ditewîne.
08.03.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistanêli Swêd