Daxuyanî

Cejna Gulanê Pîroz Be

Yek´ê Gulanê roja Karkeran ji aliyekî ve vê rojê wek cejn û ji aliyê din ve wek sembola têkoşînê pîroz dikin. Karker di 1’ê Gulanê de ji bo mafên xwe yên demokratîk  mîtîng û meşên girseyî pêk tînin.

Ew roj vedigere sedsala 19´an, dema ku karkerên li Chicago´yê di sala 1886´an de daxwaz kirin ku demjimêrên xebatê kêm bikin û bibe heşt demjimêr.

Yek´ê Gulanê li gelek welatan ji aliyê sendîka, partî û rêxistinên kedê ve tê pîrozkirin. Li gelek welatên zordar xwepêşandanên 1’ê Gulanê di xwînê de dihêlin.

Cihê şanaziyê ye ku îro li Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) di şert û mercên pir dijwar de jî karker û kedkar dikarin bi awayekî demokratîk daxwaza mafên xwe bikin.

Helbet di rewşeke wiha de divê Kurd ji her demê zêdetir girîngiyê bidin yekîtiya xwe ya navxweyî û xebatkar jî ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têkoşîna xwe bidomînin.

Cejna Yek´ê Gulanêbi taybet li karkerên Kurdistanê bi giştî jî li karkerên cîhanê  pîroz be

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.