Daxuyanî

Daxuyanî

Em êrîşa nîjadperestî ya li Parîsê ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya  şermezar dikin.

Îro Navenda Çandeyî ya Ahmet Kaya li Parîsê bû armanca êrîşeke hovane.  Di vê rîşê de sê kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî brîndar bûn.

Em gelek xemgînin, rehma xwedê ji qurbaniyan re dixwazin. Ji birîndaran re jî silametiyên bi lezgîn dixwazin.

FKKS, serxweşiya xwe bo malbatên Qurbanî û ji û ji hemû hezkiriyên wan re radigîne. Bila serê malbatên wan û gelê Kurd sax be.

Baweriya me bi tevahî bi saziyên hikûmeta Fransa û dadweriya wî welatî heye ku ji bo parastina Kurdên li Fransayê dijîn û ji bo êrîşkar û sûcdaran cezayê ku heq dikin bide û tedbîrên pêwîst bigirin.

23.12.2022

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.