Daxuyanî

Doktor Nûrî Dêrsimî şoreşgerekî Kurd bû, sembola wêrekî û têkoşîna azadiya gelê Kurd bû

Doktor Nûrî Dêrsimî şoreşgerekî Kurd bû, sembola wêrekî û têkoşîna azadiya gelê Kurd bû

Jiyan û xebata wî me teşwîq dike ku em zêdetir ji bo mafên mirovan û li dijî zilm û neheqiyê têbikoşin

Wî zanîn û jêhatiya xwe ya nivîskariyê bikar anî da ku hişyariyê belav bike û ji cîhanê re rave bike ka Kurd di çi re derbas dibin û ji bo çi têdikoşin.

Mixabin me di 22’ê Tebaxa 1973’an de Dr. Nûrî Dêrsimî wenda kir. Salvegera wefata wî fersendek dide me ku em cesaret û tekoşîna wî bi bîr bînin û ji bo armancên ku wî jiyana xwe feda kiriye têkoşîna xwe berdewam bikin. Têkoşîna Dr.

Bi berdewamkirina xebata wî û bi aktîvkirina kesên ku li dijî zulm û zordariyê ne, em ne tenê wî bi bîr tînin, di heman demê de ji bo doza wî, cîhanek baştir têdikoşin.

Em Dr. Nurddin bi bîrtînin ku divê deng û dazwazên me bên bihîstin û naskirin û berdewam bin ji bo pêşerojeke dadperwer û berfireh ji bo hemû Kurdistanê.

22.08.2023

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

 

 

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.