Serxweşî

Dr. Nemam Ghafûrî Çû Ser Dilovaniya Xwe

SERXWEŞÎ

Me bi dilek gelek xemgîn bihîst ku Dr. Nemam Ghafûrî, ji ber nexweşîya koronayê li Başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê, jiyana xwe ji dest daye.

Dr. Nemam yek ji wan wan duxtorên xwebexiş bû ku berî 7salan ji Swêdê vegeriya Kurdistanê, ji bo alikariya tendrustiyê li xelkê xwe yên li ser axa xwe bûne penaber û bo alîkariya hejar û feqîrên Kurdistanê bike.

Dr. Nemam Ghafûrî, kesayetîyek gelek welatperwer û fedakar bû. Mixabin kesayetiyên usa zû zû tênagîhin, mirina wê xesaretek mezin bû gelê Kurdistanê.

Bi mirina wê, em wek Federsayona Komeleyên Kurdistanê li swêd, gelek xemgîn bûn. Xwedê rehma xwe lê bike. Cîhê wê biheşt û ruhê wê şad be. Bila serê malbata wê, serê hemû hezkiriyên wê û gelê kurd sax be.

02.04.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.