Nûçe

Hêja Birêvebirên Dalkurd

Li gor ragîhandina Komîteya Rêvebir ya Dalkurd´ê di civîna xwe ya dawî da, biryarek wek pêşniyar li ser guhartina nav û logaya tîma fotbola DALKURD´ê girtiye.

Bi vê yekê em gelek xemgîn bûn. Ji ber ku DALKURD, ji bo me û ji bo hemû Kurdan ji tîmek fotbolê wêdatir e. Di astê bîr û hizrên netewî da moral û motîvasyonek gelek mezin e ji bo ciwanên Kurd û her usa bo hemû Kurdistaniyan!

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, tevî hemû komele û pêgirên xwe, piştgirek esasî yê DALKURD´ê ye.

Lewra FKKS, ji Komîteya Rêvebir ya DALKURD´ê daxwaz dike ku pêşniyara xwe ya guhartina nav û logo´ya DALKURD´ê neke biryar û ji rojeva xwe derxîne . Em hêvîdarin hûn daxwaza me bi ciddî binirxînin û biryarek li gor dilê hemû Kurdan werbigrên.

06.02.2021
Silav û rêz
Kovan Amedî
Serokê FKKS´ê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.