Bîranîn

Komkujiya Êzidiyan 03.08.2014

Komkujiya Êzidiyan 03.08.2014

Komkujiya sala 2014’an a li ser Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve yek ji komkujiyên herî hovane yên serdema nûjen bû. Di vê bûyerê de DAIŞ’ê bi awayekî sîstematîk, bi ewayek tund jenosîdê li dijî Kurdên Êzidî li Kurdistanê pêk anî.

Divê were fêhmkirin ku ev komkujî di îdeolojiya tundrew a DAIŞ’ê de cih girtiye. Di encamê de bi hezaran mêr, jin û zarokên Êzidî bûn qurbaniyên revandin, koletiya zayendî, îşkence û komkujî.

Erkê me ye ku ne tenê tawanbaran mehkûm bikin, belkî divê em ji bo dabînkirina piştgirî û dadperweriyê ji kesên rizgarbûyî re jî bixebitin. Em ê misoger bikin ku sûcdar bên darizandin û mexdûr û kesên sax mane alîkarî û tazmînata ku heq dikin bistînin.

Kurdên Êzidî di ceribandineke mezin re derbas bûne û hêz û berxwedaneke bêhempa nîşan dane. Ji ber wê jî divê em bûyerên sala 2014’an tu carî ji bîr nekin û rê nedin ku ev hovîtî careke din dubare be.

Bila serê wan sax be.

03.08.2023

Barzan Koçkaya

Serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.