Daxuyanî

KURD´ÊN SWEDÊ, BÛN MÊVANÊ WEZÎRA DERVEYÊ SWÊD ANN LINDE

Di roja 9/9/ 2022´an de Nûnerên rêxistinên sivî wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd û nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Kovan Amedî û Cemîle Hesenxalî, nûnerên Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd û komeleya Gulan, bi wezîra derveyê Swêd Ann Linde yê re civîyan.

Babeta civînê, daxwaza endametiya Swêd li Nato´yê, veto ya Tirkiyê û mercên wan ji bo rakirina veto´yê bo endametiya Swêd li Nato yê bû.

Ann Linde, li ser prosesa endametiya Nato`yê û hevdîtinên Swêd bi Tirkiyê re, nûnerên Rêxistina Agahdar kir. Nûnerên rêxistinên Kurdistanî jî agahdariyên Ann Linde yê nirxandin û daxwaz û pêşniyariyên xwe pêşkeşî wê kir. Civînek watedar û karîger bû.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.