Haftaname

Li Stockholmê Pirtûka ”Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” Gîhişte Xwendevanên Xwe

Îro 2´yê meha Cotmehê 2021´ê li Stockholmê pirtûka Selîm Çurukkaya ya bi navê ”Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, gîhişte destê xwendevanên xwe.

Pirtûk ”Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” Berhemekî gelek hêja ye ku bi taybet behsa têkoşîn û berxwedana pêşmergeyek wek dr. Saîd Çurukkaya û bi giştî jî behsa gelek têkoşerên doza azadiya Kurdistanê dike.

Nivîskar Selîm Çurukkaya, li ser pirtûkê bi beşdar û xwendevanên pirtûkê re sohbetek germ pêk anî. Beşdaran li ser pirtûkê pirsan ji Çurukkaya´yê kirin. Yek ji wan pirsan jî çîroka navê pitûkê bû.

Çurukkaya bersîva hemû pirsan û bersîva çîrok navê pirtûkê bi hûrgilî da. Her usa pitûka ”Me Kilîta Çiyê Wenda Kir” ji bo wendevanan îmze kir.

02.10.2021

Şîrove girtî ne.