Daxuyanî

Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pîroz be!

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navdewletî ya cîhanê pîroz dike ku ji aliyê Unesco ve di sala 1999an de ji bo pêşxistina cihêrengiya zimanî û rêzgirtina ji bo hemû zimanan hatiye damezrandin. Ev roj bi bîr xist ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û ziman beşeke girîng a nasnameya mirovan e.

Mixabin zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku qedexe ye û derfet ji zarokan re nayê dayîn ku bi azadî zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin, rastî kêşeyên mezin tê. Van dewletan -Tirkiye, Sûriye û Îran- ziman û çanda kurdî tepeser kirine û dixwazin dîroka kurdan ji holê rakin.

Ya herî girîng ew e ku em hişyar bin û xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Bijî zimanê Kurdî bi hemû zaravayên xwe! Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî dewlemend û kevnar ên cîhanê ye ku ji bo nifşên paşerojê hêjayî baldarî û parastinê ye.

Werin em bibin yek û bi hev re ji bo parastina mîrata xwe ya zimanî û parastina nasnameya serbilind a Kurdayetiyê têbikoşin.

21.02.2024

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.