Daxuyanî

ŞÊX SAÎD RÛMETA ME YE, WÊ HER DI DILÊ ME DE BIJÎ!

ŞÊX SAÎD RÛMETA ME YE, WÊ HER DI DILÊ ME DE BIJÎ!

Piştî şerekî giran, hêzên Şêx Saîd, di 7 adarê de derûdorê li Amedê girtin. Li herêma Serhildanê gelek leşkerên Tirk tên bi cîh kirin, yekîneyên artêşa Tirk di 26 adarê de ji hewayê û ji erdê ve êrîş da dest pêkirin.

Êdî serweriya şer diket destê hêzên hikumetê. Di meha Nîsanê de Şêx Saîd li nêzîk Gimgimê û yek ji pêşengên din yê Serhildanê, Şêx Şerîf jî li Palûyê radest bûn. Li ser bîryara Dadgeha Şerqil Îstîklalê, Şêx Saîd di 29 Hezîrana 1925`an de tê dardekirin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, bi rêz û hurmetek mezin, Şêx Saîd û hevalên wî bi bîrtîne. Spasiya wan dike ku ev doza pîroz wek mîras ji bo nifşên nû hiştine. Îro jî ev doza wan ya pîroz, ya netewî û niştîmanî her bredewam e. Şêx Saîd rûmeta me ye, wê her di dilê me de be!

29.06.2023

FKKS

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.