Daxuyanî

125 saliya Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

125 saliya Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

Hejmara yekem a rojnameyê di 22’ê Nîsana 1898’an de li Qahîreya Misirê ji aliyê Mikdad Midhat Bedirxan ve ku yek ji kurên Bedirxan Beyî ye, dest bi weşana xwe kir. Rojnameya 4 rûpelî ji sala 1898 heta 1902 bi giştî 31 hejmar derketiye. Hejmarên 1 heta 23 her pazdeh hefte carekê, û hejmarên 24 heta 31 mehane derdiketin.

Hejmarên 1-5 li Qahîreyê ji aliyê xwediyê û qeydê Mikdad Mîthad Bedirxan ve hatine çapkirin. Piştî ku Mikdad Mîthad ji ber nexweşiya sîngê wefat kir, birayê wî Abdurrahman Bedirxan bû berpirsiyar û hejmarên 6-19 li Cenevre, 20-23 li London, 24-29 li Folkestone û 30-31 li Cenevreyê hatin çapkirin.

Parlamentoya Kurdistanê roja Çarşemê 2021-04-21 biryar da ku roja 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî were ragihandin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.