Bîranîn

Qetliyama Dêrsimê Nayê Ji Bîr Kirin

Qetliyama Dêrsimê Nayê Ji Bîr Kirin

Birya qetliya Dersimê, di 4´ê Gulana 1937´an de ji aliyê Lijneya Wezîran ve li Meclisa Tirkiyeyê hate dayîn, ku îro 85:e mîn salvegera qetlîama ku wek Komkujiya Dêrsimê derbasî dîrokê bû.

Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar kes li gorî daxuyaniyên gelê Dêrsimê û 70 hezar kes ku piraniya wan kal, jin û zarok bûn. Li gund, şikeft û çeman hatine qetilkirin; Bi gulebarankirin, şewitandin, bikaranîna gaza kîmyewî, hatin kuştin.

Komkujiya Dêrsimê yek ji komkujiyên di dîroka komara tirkiyê ye. Ew yeka birînek kûr êşek mezin di nav Kurdan de çê kir. Tevî ku 85 sal di serda derbas bûbe jî, ewkî îro bûbe ku di serpêhatiya her malek Dersimî de qal kirin, ne mumkûne ku ew dirajediya bê ji bîr kirin.

Tê zanîn ku Dêrsim, hîn di serdema împaratoriya Osmaniya de jî wek kelemek di çavê wan de be. Xelkê Dersimê him Kurd û him jî ji ola Elewî ne. Erdnîgarîya Dersimê çiyayên asê dolên kûr û pir bi şikeftan ve tijî ye. Têkiliyên wan zêde bi dewletê re tune bû û wek otonom dijîn.

Ev yeka Osmaniyan gelek aciz dikir. Dêrsimê wek birînek seretan bi nav dikirin û digotin ”Divê ev birîna bê birîn.”

Loma plana qetliyama Dêrsimê ji serdema Împaratoriya Osmanî dest pê kiriye, piştî ku Komara Tirkiyê ava bû, siyaseta Osmaniyan ya li ser Dêrsimê doman. Di 25’ê Çileyapêşîn a sala 1935’an de yekemîn rapora rêveberiya parêzgeha Dersimê hatiye amadekirin û di raporê de usa tê gotin: “Operasyona leşkerî di 4’ê Gulana 1937’an de dest pê dike.” Piştî vê biryarê bi deh hezaran mirov tên qetilkirin, jin, mêr, zarok, kal, Kurd tên kuştin û şewitandin. Bi deh hezaran mirov tên sirgûnkirin, ji xaka xwe tên derxistin.

Bi deh hezaran mirov tên sirgûnkirin, ji xaka xwe tên derxistin. Zarokên keç birin li malên serbazan de kirin xizmetkar û li ser xwe qeyitkirin, zarokên kur jî di dibistanê taybet ya dewltê dekirin amûrê polîtîkayên asîmîlasyonê.

Seyid Riza yê nemir di 15 mijdar sala 1937´an de li sêdarê didin. Yek ji şa Kurdan ku nizanin serkirdeyên wan li ku hatine veşartin. Divê dewleta Tirkiyê wek dewlet uzra xwe bi taybet ji Dêrsimi´yan û ji gelê Kurdistanê bixwaze. Divê qebra Seyit Riza bê eşkerekirin. Elbet ev yeka Qeliyamê nade ji bîrkirin, lê piçek be jî êşa dilê xelkê aş bike.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Qetliya Dêrsimê mehkûm dike û şehîdên Qetliyama Dêrsimê, nemir Seîd Riza û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tîne.

2023-05-04
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.