Uncategorized

Daxuyaniya KG Ya FKKS´Ê

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, civîna xwe ya 2 em ya Komîteya Giştî di roja 14.11.2020`an da pêk anî.

Civîn bi beşdariya piraniya endamên KG û organên din, wek Komîteya Revîsor û Komîteya Rawêj hate vekirin.

Civînê serokê FKKS´ê Kovan Amedî, bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê vekir. Rojev û hemû rapor û plana xebatê berê du hefteyan ji endamên KG ra hatibû şandin.

Li gor rojevê, rapora kar û xebatên FKKS´ê, ji kongreyê vir da ji aliyê KG ve hate nirxanddin û pesinandin. Her usa plana xebatê jî bi hin pêşniyar û ronîkirinê ve hate pesinandin.

Xalek ji rojeva civîna KG jî rewşa Dîakurd`ê bû. FKKS´ê yekitiya Kurdên Diasporayê girîng û bi pêvîst dizane. Lê dezgehek weha divê bikaribe piraniya rêxistinên demokratîk yên Kurdistanî li jêr pirensîbên netewî û niştimanî bîne ba hev. Bê ku bêje ”ema” her rêxistinên ku bi destûra xwe li gor prensîbên demokrîk hatibin avakirin, Ala Kurdistanê, berjevendiyên netewî û niştimanî di kar û xebatên xwe da esas girtibin û esas digrên, divê bo cîhgirtina di Yekitiya Kurdên Diasporayê da, derî ji wan ra vekirî be.

Wek tê zanîn FKKS, ji bo damezrandina Dîakurdê bi çend Fedrasyonên din ve, di nav hewildanên avakirina Diadkurdê da bû.

Xebata Diakurd´ê berî 3 salan ji aliyê FKKS´ê û çend Federasyon din ve hatibû destpêkirin, lê roj bi roj lawaz bû, di şûna ku beşdarî lê zêde be, 3 Federesyonên Kurd xwe jê vekişandin.  Komîteya Giştî ya FKKS´ê, rewşa Diakurdê nirxand û pêvîst dît ku xwe jê vebikişîne.

Dîsa xalek gelek grîng ku di rojeva hemû Kurdistani`yan da ye, rewşa Başûrê Kurdistanê bû.  Gelê Kurd di dîroka xwe da cara yekem e ku xwedî statuyek Federal e. Xwedî Hukumet û Parlameto ye, pêşmerge hêzek fermî ya parastina Kurdistanê ye. Hukumeta Herema Kurdistanê xwedî polês û dayreyên fermî ye. Ev yeka di yasaya bingehîn ya Iraqê da jî hatiye pesinkirin. Ji aliyê neteweyên Yekbûyî jî tê naskirin.

Lewra divê Kurd, destkeftiyên Kurdistana Başûr wek giliyên çavên xwe biparêzin, rêz li  Hukumeta Başûrê Kurdistanê bigrên, rêz li hêzên pêşmerge û polêsên Kurdistanê bigrên. Di parastina nirxên netewî û niştîmanî da, hestiyar bin û nebin sebeba alozî û astegiyan li Kurdistanê.

14.11.2020

FKKS

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.