Daxuyanî

Di 35´mîn Salvegera Karesata Enfalê De

Di 35´mîn Salvegera Karesata Enfalê De

Enfal pêvajoyeke navdar a Baasiyan bû, armanc tunekirina kurdan, şewitandina xaka Kurdistanê, têkbirina jêrxaneya aborî û lawazkirin û tunekirina çanda resen a kurdî bû.

Enfal heştemîn sûreya Qurana pîroz e û piştî şerê Bedrê hatiye nazilkirin, ji bo çawaniya belavkirina xenîmet û destkeftiyên ku ketine destê misilmanan, li gorî vê yekê mal û milkê kurdan rewa ye!!

Enfal di 29’ê Adara 1987’an de bi Biryarnameya jimare 160’î ji aliyê Encumena Serkirdayetiya Şoreşger a bi navê ‘Seddam Huseyn’ ve hat kirin. Qonaxên piroseya Enfalê ya hovane di 23/2/1988 de dest pê kir û 198 rojan dom kir û heta 6/9/1988 li Arar hat wêrankirin û her û her winda bû.

Di vê pêvajoyê de 4000 gundên kurdan bi erdê re hatin kavilkirin, bi hezaran zevî hatin şewitandin, çem û kanî bi çîmentoyê tijî bûn.

Qonaxa sêyem ya Enfalê, enfala herî berbelav bû, ev qonax di 7/4/1988 roja damezrandina Beisê dest pê kir û heta 20/4/1988 dom kir. di Enfalê de hatin kuştin, lewma her sal ev roj tê bibîranîn.

Piştî vê pêvajoyê du ji sê parên xaka Kurdistanê bû herêmeke qedexe, aborî û çandiniya Kurdistanê têk çû, piştî serhildanê kurd hatin welatekî wêrankirî û di hemû waran de vejînek dît.

Tevî ku parlamentoya Iraqê di 14ê Nîsana 2008an de tawana Enfalê wek jenosîd nas kir, lê mixabin ji bo cîbicîkirina bendên wê ti gavên pratîk nehatine avêtin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.