Daxuyanî

Êrîşa Tirkiyê li ser bajarê Suleymaniyê şermezar dikin

Daxuyanî

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd,  êrîşa Tirkiyê ya di 7ê Nîsana 2023´an de li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê şermezar dike û bang li Tirkiyê dike ku dev ji kiryarên şîdetê berde û ji bo çareseriyê bi diyalog û metoden demokratîk bi kar bîne.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd,  her wiha bang li Tirkiyê dike ku rêzê li yasayên navdewletî, mafên mirovan û rêz li serweriya herema Kurdistanê bigrê.

FKKS, tekez dike ku hemû aliyên siyasî bo rê li bergirtina tundûtûjî yê li ser gelê kurdistanê, bi hev re kar bikin.

09.04.2023

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.