Koçberiya bi zorê ya Feylî´yan

Koçberiya bi zorê ya Feylî´yan

Feylî beşeke ji herî girîng a neteweya Kurd in û her dem ji ber du sedeman rastî bindestiyê hatine: Yekem ji ber ku Kurd in û di tevgera rizgarîxwaziya gelê me de roleke girîng lîstine. Duwem jî ji ber baweriya xwe ya olî ku şîe ne.

Koçberiya bi darê zorê ya Kurdên Feylî di sala 1970 de di dema Ehmed Hesen Bekir de dest pê kir, lê piştî desteserkirina desthilatê ji aliyê hukumeta faşîst û dîktator  ya Sedam Husên ve, paqijkirina etnîkî ya Kurdên Feylî dest pê kir (666) Wezareta Navxwe ya Iraqê, koçberiya bi darê zorê bo Îranê û girtin û windakirina ciwanên Kurd ên Feylî zêde bûn.

Di vê tawana dijî mirovatiyê de zêdetir ji 600 hezar Kurdên Feylî bi darê zorê bo Îranê hatin sirgûnkirin û hemû mal û milkên wan ji aliyê rejîma Beas ve hatin desteserkirin û zêdetirî 20 hezar ciwanên Feylî winda bûn û çarenivîsa wan ne diyar e.

Kurdên Feylî di jiyana xwe ya sirgûnê de rastî gelek karesatan hatine û niha piştî rûxana rejîma Beas, vegera piraniya Kurdên Feylî bo warên xwe. Tevî naskirina kuştin, girtin û koçberkirina bi darê zorê ya Feylî wek jenosîd di meha 11/2010. Lê mixabin heta niha mafên wan bi temamî nehatine vegerandin.

 

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê

 

 

 

 

Şîrove girtî ne.