Daxuyanî

Meşa mîlyonan a li Başûrê Kurdistanê

Meşa mîlyonan a li Başûrê Kurdistanê

Piştî azadkirina Kerkûkê di 21-03-1991 de, rejîma faşîst a Bexdayê li ber çavê raya giştî ya navdewletî, bajarê Kerkûk´ê dagîr kir û xelkê wê qetil kir û koçber kir. Bêdengiya civaka navdewletî di vê bûyera diltezîn de bû çiraya kesk ji bo rejîma Bexdayê ji bo bikaranîna hêzê li dijî gelê Kurd.

Di 31’ê Adar û 1’ê Nîsan a 1991’an de meşa bi milyonan gelê Kurd ber bi Îran û Tirkiyê ve dest pê kir. Encumena Asayişa Navdewletî di 5ê Nîsana 1991´ê de biryara 688 derxist û bi wê biryarê Herêma Kurdistanê herêmeke aram ragihandibû, ku bi navê bazina (paralela) 36.

Tevî ku piraniya gelê Kurd, bajarên xwe terikandine û jiyaneke bi êş re rû bi rû man bûbûn jî, lê meşa mîiyonan, peyamek bû bo rejîma Bexdayê, civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî ku êdî neteweya Kurd nikare jiyana koledarîyê qebûl bike.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.