Daxuyanî

Di 76´emîn Salvegera Şehadeta rêber Qazî Mihemed

Di 76´emîn Salvegera Şehadeta rêber Qazî Mihemed

Qazî Mihemed di sala 1900 î de li bajarê Mehabadê û di malbateke welatparêz û rewşenbîr de ji dayik bûye, Di sala 1941 de bû endamê komeleyê vejîna Kurdî   ( J.K ) û piştre partiya demokrata Kurdistanê ya Îranê damezrand û bû sekreterê wê partiyê.

Di sala 1946 an de li meydana Çarçira ya bajarê mehabadê Ala Kurdistanê bilind dike û komara Kurdistanê radigihîne, lê mixabin zêde dirêj nekir û di16-12-1946 an de Komara Kurdistanê hilweşiya û bi dawî bû, Pêşewa Qazî Mihamed di dema xatir ji General Mistefa Barzanî dike, alaya Kurdistanê pêşkeşî wî dike ku niha li herêma Kurdistanê pêl dide û bi fermî tê qebûlkirin.

Qazî Mihemed di 31 ê adara 1947 an de li qada Çirçirayê cihê ku komara Kurdistan lê hat Îlankirin , tevî ҫend hevalên xwe hat darvekirin.

Tevî ku temenê wê komarê ji salekê kêmtir bû jî, lê komara Kurdistanê di dîroka tevgera rizgariya Kurdistanê de bûye xaleke werҫerxê û gelê kurd Hertim pê serbilindin.

Serwerî ji bo rêberê nemir û serbilinîya komarîyên Kurdistanê.

30.03.2023

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.