Daxuyanî

1ê Gulanê Li Hemû Karker Û Xebatkaran Pîroz Be

Îro li hemû Cîhanê cejna Karker û xebatkaran e. Karker û xebatkar vê rojê him wek cejin him jî wek sembola tekoşînê pîroz dikin. Di roja 1`ê Gulanê da karker û xebatkar, ji bokar, ked û mafên xwe yên demokratîk, civîn û meşên girseyî pêktînin. 1ê Gulanê, li gelek welatan ji aliyê sendikayên karkeran û partî û rêxistinên kedparêzan ve tê pîrozkirin. Di gelek dewletên zordar û faşîst da, meş û mitîngên 1`ê Gulanê bi xwîn derbas dibe. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

Hukumeta AKP û şîrîkê wî MHP, li Tirkiyê û Kurdistanê çi mafekî mirovî û demokratîk nehiştine. Her kesek ku muxalifê dewletê be, wekî hukumetê nefikire, doza mafê xwe bike, wan wekî dijminê dewletê radîgînin.

Siyasetek dagîrkerî û êrişkarî bi rêve dibe dixwaze pirsa Kurd bi rîya tund û tûjiyê çareser bike. Serok Komar hemû dezgehên dewletî bi xwe ve girêdayî ye. Usa ku bê daxwaza Erdogan, mehkeme nikare biryarek serbixwe bide. Di şûna siyasetek demokratîk, siyasetek red û înkarê, siyaseta mîlîtarîzmê daye ber xwe. Mediya ya Tirkiyê dîl girtiye û bi riya wan nijadperestî, nasyonalîzma Tirk û dijminatiya Kurdan dike.

Bi hinceta hebûna PKK´ê li Başûrê Kurdistanê, her roj Başûr bombardûman dike. Bi sedan gund li sînorê Kurdistanê ji ber bombardûmana Tirkiyê, hatinin vala kirin. Her usa heta nuha gelek xelkê sivîl yên herema Başûrê Kurdistanê ji ber bombebarana Tirkiyê şehîd ketinin. Elbet em hemû jî baş dizanin ku PKK ji bo Tirkiyê tenê bahaneye. Tirkiye dixwaze bi behaneya PKK´ê têkeve nav axa Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî wek beşekî Rojavayê Efrîn û Serê Kaniyê çewa dagîr, bi vî rengî serweriya Herema Başûrê Kurdistanê jî têk bibe û dagîr bike.

Kiryarên rejîma Îranê li Rojhilata Kurdistanê ji yê Tirkiyê kêmtir nîne. Ne tenê mafên karker û zehmetkêşan, tu tiştek wekî mafên mirovî li Îranê tune ye. Li dijî azadîxwazin gelê Kurd û Belûcîyan, gelek zulumkar e. Îran tu caran nexwestî û naxwaze jî ku Kurd, li derveyê “ sînorên xwe” jî xwedî statuyek demokratîk be. Bo têkadana asayişa Kurdistana Başûr her tim tehdîdkar e. Hêza xwe ya siyasî û leşkerî yê wekî “Hêştî Şeabî” li Iraqê avakiriye, bi vî ewayî siyaseta xwe ya dagîrkeriyê li Iraqê jî dimeşîne.

Ciyê serbilindiyê ye ku li Başûrê Kurdistanê, di rewşên gelek giran de jî Karker û zehmetkêş, dikarin bi ewayek demokratîk doza mafên xwe bikin. Yasa mafên wan diparêz e. Ji rewşa aloz ya Iraqê, bi cîh neanîna yasayan li hember Herema Kurdistanê, di mafên karker û kedkaran de kêm û korî wekî wergirtina mûçeyan ku di wextê de nayê dayin.

Di rewşek usa de, divê Kurd ji hemû caran pirtir girîngî bide yekrêziya mala Kurd. Eşkereye ku heta Kurd, yekrêziya xwe ya netewî û niştimanî pêk neynin, heta ku Kurd nebin xwedî statuyek demokratîk, karker û xebatkarên Kurdistanê jî wê ji çewsandinê rizgar nebin.

Ev salekî ye vîrusa Coronayê li hemû Cîhanê belav bûye. Vîrusek kujer e. heta nuha gelek însan ji ber nexweşiya coronayê mirin.

Çêkirina aşîya li dijî Coronayê gelek wext kişand. Mixabin Li welatên Asiya û Rojhilata navîn, bêkarî û feqîrî ne bes bû, beleya Coronayê jî bi ser wan de hat. Corona li rejîma Tirkiyê û Îranê hat. Nexweşiya Coronayê ji bo wan bû behaneyek bo ragîhandina rewşa awerte. Bi vî ewayî pêşî li xebat û dengên muxalifan digrê, bi taybetî jî pêş li kar û xebatên hêzên Kurdistanî bå astengek mezin.

Coronayê derba herî mezin li tebeqeya bindets xist. Esnafên biçûk îflas kirin, karkerên demkî bê kar man. Gundî, him di ajotina erdê xwe, him jî di firotina berhemên xwe de gelek zehmetî dikşînin. Dewletên wekî Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq, alîkariya aborî û xizmet guzariya pêvîst nadin nadin hemwelatiyên xwe.

Ev yeka li Ewrûpayê jî bûye sebeba qeyranek aboriyê. Ew jî tesîra xwe bi taybet li ser karker û xebatkarên koçber û penaberan kir. Kurdên li welatên Ewrûpayê jî, ji vê qeyranê para xwe wergirt.

Parastina mafên karker û xebatkaran, erkên hemû demokarat û kedparêzan e.

1´ê Gulan li hemû karkerên Cîhanê bi taybetî jî li karker û xebatkarên Kurdistanê pîroz be!

Bijî 1ê Gulanê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.