Civîn û Kongreyên Komeleyan

Komeleya Swêdî-Kurdî Li Uppsala´Yê Kongreya Xwe Ya Salane Li Dar Xist

Di roja 30.01.2022´an de, Komeleya Swêdî- Kurdî li Uppsala´yê kongreya xwe ya salane li dar xist.

Kongre ji aliyê serokê berê Mehmut Kaplan ve vebû. Piştî hilbijartina dîwanê ku ji Ji Huseyin Alpergîn, Seyidxan Îmrak û Xelîl Kerro pêk hatibû, bi sura ey Erqip û rêzgirtin li şehîdan ve, kongre dest pêkir. Bi pejriandina rojevê ve kongrê karê xwe doman.
Rapora xebatê û ya aborî hate pêşkeşkirin. Piştî gengeşiya li ser raporan, her du rapor jî hate pejirandin û dest xweşî li Komîteya Karger ya berê hate kirin.

Nûnerê herema 1 ya FKKS´ê Mêhdî Akreyî û serokê Federasyonê Kovan Amedî jî beşdarê kongrê bûn. Kongreyê pîroz kirin û der barê kar û xebatên Federasyonê de kongreyê agahdar kirin.

Piştî pêşniyaran ji bo xebata sala 2022´an, organên komelê hatin hilbijartin.

Komîteya Karger;
Muslum Demir
Heseyin Alpergîn
Dilovan Kerro
Şevder Kariksiz
Fuad Omerî
Mesud Wadî

Komîteya Rawêj;
Reşîd Battê
Brahîm Brahîm
Xelîl Kerro

Komîteya Revîsor;
Îsmaîl Kamil
Saîd Kerro
Seyidxan Îmrak

Kongre Nûnerên xwe yên bo Kongereya Federasyonê jî hilbijart û bi dilxweşî dawî li kongrê anîn.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.