Nûçe

Bang Ji Bo Mamosteyên Kurdî Li Swêd

Hêjayan,

Wek hûn jî dizanin Kurdên li Swêdê, di warê ziman, çand û edebîyata Kurdî de xebatên gelek hêja kirine. Bikaranîna zimanê kurdî li gor welatên din yên Ewrûpayê gelek li pêş da ye. Kurdên Swêdê, di warê bikaranîna zimanê kurdî û pêşvebirina ziman û edebîyata kurdî de, wek mînak tê nîşandan.

Lê rewşa zimanê Kurdî, çi li Ewrûpa çi jî li welat, di xeterê de ye. Li hin beşên Kurdistanê, di jiyana rojane de Kurdî gelek kêm tê bikaranîn. Lewra nifşên nû zimanê dayika xwe nizanin. Ev yeka xeterek mezin e li ser nasnameya Kurdî ye.

Li Sewêd, li gor salên 2018-2020´an rêjeya xwendevanên Kurdî, texmînî 10-12 hezar in.Li gor agahdariyên hin mamosteyên Kurdî, rêjeya xwedevanên zimanê kurdî li dibistanan de kêm bûne.
Ev yeka endîşeyên li ser zimanê Kurdî hîn zêdetir dike.

Li gor raya me, pirsgirêkên zimanê kurdî û xwedevanên Kurd li dibistanan de, mamosteyên zimanê kurdî baştir dizanin. Loma, em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, dixwazin vî pirsê bi mamosteyê zimanê kurdî re bi şêwrin.

Ji ber xetera belavbûna nexweşîya Coronayê, pêşniyara me ew e ku em civînan li ser ZOOM´ê û WEB TV´ê çê bikin. Li gor wî jî nexşe rêyek bidin pêş xwe. Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, dixwazin bi dil û can erkên xwe bînin cîh. Di vî warî de çi kar bikeve ser me, em amadenin bi cîh bînin.

Daxwaza me ji mamosteyên zimanê Kurdî ew ku beşdarî li civînên ser ZOOM´ê bibin. Em baş dizanin ku mamosteyên zimanê Kurdî li Swêd, di warê perwerdeya zimanê kurdî de gelek hestiyarin.

Mamosteyên ku bixwazin beşdarî civînên li ser ZOOM´ê bibin, dikarin adresên xwe yên e-mailê û reqemên xwe yên telefonê ji vê mailê info@fkks.se re bişînin.

08.08.2021
Silav û rêz
Kovan Amedî
Serokê FKKS´ê

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.