Civîn û Kongreyên Komeleyan

Federasyonê Serdana Komîteya Hevkariyê Kir

Di roja 12.09.2020’an da Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, serdana Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd kir.

Di vê serdanê da serokê FKKS’ê Kovan Amedî, bo piştgirî û Hevkariya Komîteya Hevkariyê, spasîya Federasyonê  pêşkeşî wan kir. Di heman wext da, bi kurtî behsa plana xebata Fedrasyonê jî kir.

Berdevkê Komîteya Hevkariyê Alî Cuma jî bi xêr hatina şandeya Federasyonê kir û dilxweşiya xwe bo hevkariya her du aliyayan anî ziman. Partiyên endamên Komiteya Hevkariyê jî bo hevkarî û xebatên muşterek, bi pêşniyarên xwe yên hêja, berdewamiya peyvendiyên her du aliyan xwestin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.