Civîn û Kongreyên Komeleyan

Serdana Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî Yên Kurdistanî li Swêd Bo Federasiyona Komeleyên Kurdistanê

Di roja Yêkşemiyê 2020-08-16 demjimêr 15:00 Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî serdana Federasiyona Komeleyên Kurdistanê li Stockhomê kir.

Partiyên endamê Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî, yek bi yek gotinên xwe di gel pîroz kirina 29 emîn Kongireya Federasyonê pîrozbayî li Komîteya nû ya Federasyonê û serokê nû kekê Kovan Amedî kirin û dawxaziya serkevtinê ji bo kar û xebata Federasyonê kirin.
Endamên Komîteya Hevkarî, dan zanîn ku ew wê bi hemû hêza xwe hevkar û piştevanê kar û xebata Federasyonê bin û hebûna Federasyonê ji bo berev pêş birina lobbîya Kurdî û xebata netewî û demokiratîk bi giring zanîn.

Endamên Komîteya Hevkariyê, her wisa ji Komîteya nû xwestin ku çalakîyên xwe xort bikin û pêwendîyên bi lez di gel Komeleyên Kurdî re bigirin û wan di gel xwe çalak û berfire bikin.

Ji aliyê Serokê Federasiyonê Kovan Amedî û endamên Komîteya Kargêr yên beşdar ve jî sipasî û xêrhatina mêvanên Komîteya Hevkar kirin û li ser girîngîya hevkarî û pişitgirtina Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî tekez kirin û dan zanîn ku ewê kêmasiyên salên derbazbûyî berbiçaw bigirin û pilanên berfireh ji bo pêş xistina karê Federasiyonê di her warî de wê bên bi cî anîn.

Di vê hevdîtinê de her wisa tîma televizyona Kurdistan 24 jî beşdar bû û rapor û hevpeyvîn di gel Serokê Federasiyonê Kovan Amedî û hinek endamê Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî re pêk anîn û bo weşanê Kurdistan 24.

Hevdîtin bi pêşkêş kirin gul û çîçekan di demjimêr 17:00 an de bi dawî hat.

2020-08-16

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.