Daxuyanî

Bo Raya Giştî!

Li hember erîşên DAÎŞ´ê bê deng nemînin!

Li gor ragîhandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di 31ê Çileya 2022´an de, di roja 20´ê Çileyê li dor saet 19:30´an de çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birine ser zindana Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê. Ev şerê dijwar 6 rojan heta 26´ê berdewam kiriye.

Tê gotin ku êrîşa li hember zindana Sinaa ji aliyê çekdarên ku li Serê Kaniyê ya di bin Dewletên dagîrker de û hin çekdaran din ku li heremê hene pêk hatiye.

DAÎŞ û hevkarên wî planek mezin dabûne pêş xwe ku destpêkê de êrişê girtîgeha Sinaa bikin û çeteyên DAÎŞ´ê ji zîndanê rizgar bikin. Bi rizgarkirina çeteyên DAÎŞ´ê ve jî, erîşek mezin bibin ser heremê û heremê bi tevayî bigrên jêr kontrola xwe.

Lê ev plana DAÎŞê bi ser neket, bi alîkariya hêzên hevpeyman ku di hewayî û reşayîyê de erîş bir ser çeteyên DAÎŞ´ê. Hêzên şervan karîbûn bi şer û berxwedanek dijwar ve DAÎŞ´a erîşker teslîm bigrên û zindana Sînaa ji nû ve bixine jêr kontrola xwe.

Di encama erîşên çeteyên DAIŞ´ê de, di hûndirê girtîgehê de 77 karmend û parezvanên zindanê şehîd xistine. Di şerê derve yê zîndanê de jî 40 şervan û 4 jî ji hemwelatiyên sivîl şehîd xistine. Bi tevayî 121 karmend û şervan şehîd ketine. Hêjmarê kûştiyên DAIŞ´ê jî 374 kes in.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Erîşên DAÎŞ´ê û hevkarên wan yên li heremê bi tundî mehkûm dike. Ji malbatên karmen û şervanên şehîdan re serxweşiya xwe radîgîhîne.

FKKS bangê NY,YE û Hêzên Hevpeyman dike ku li dijî erîşên DAÎŞ´ê û hevkarên wî bê deng nemînin. Bo Suriyeyek demokratîk û Kurdistanek azad, piştgiriyên xwe bo hêzên Kurdistanî bidomînin.

03.02.2022
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.