Çalakî

Salroja Referandûna Serxwebûyî Ya Kurdistanê Hate Pîrozkirin

25´ê îlon 2022´a de li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd,  pêcemîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê hete pîrozkirin.

Di dîroka hemû gelan de rojên gîrîng hene, di dîroka me Kurdistanê de jî 25´ îlonê rojek grîng û pîroz e. Roja bi karanîna îrade gelê Kurdistanê ye, yekemîn car bû ku kurd bi ewayek demokratîk çûn ser sandoqan û erênî dan bo dewleta serbixweyî ya Kurdistanê. Loma em kurd li Swêd vê roja pîroz, her sal bi serbilindî pîroz dikin.

Wek tê zanîn berî çend rojan keça kurd Jîna Emînî li Tehranê, ji aliyê polêsan ve hate îşkencekirin û kuştin. Ev yeka bû sebeba serhildana xelkê Kurdistan û Îranê. Doh jî li Stockholmê ji aliyê Hevkariya Hêzên Kurdistana Rojhilat NAVEND ve mîtîngek hatibû amadekirin.

Bi piştgiriya Kurdistaniyan ve nêzî 1500 kes beşdar bûbûn. Ev yeka bû mijara sohbeta civata Federasyonê ku di nav mêvanên me de berpirsê Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyayasî yên Kurdistanî û nûnerê Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd amade bûn.

Sohbetek germ li ser serhildanênên rojhilata Kurdistanê û Îranê çê bû. Federasyon, Komîteya Hevkarî û Revenda Kurdistanî, piştgirî hevkariya serhildana Rojhilata Kurdistanê wek erkek nîştîmanî dan zanîn.

Federasyonê spasiya nûçevanê Kurdistan TV 24 Awara Jalalî kir ku di hemû çalakiyên Federasyonê de amade dibe û çalakiyên Feddrasyonê belav dike.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.