Nûçe

Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêd, 29 Mîn Kongreya Xwe Pêkanî

Di roja 08.08.2020`an da Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, 29 mîn kongreya xwe li bajarê Eslikstunayê pêkanî. Komeleyên endam û ji organên FKKS´ê bi beşdariya 50 nûneran kongereya xwe çê kir. Ji ber vîrusa Coronayê, beşdariya nûneran li kongreyê bi 50 kesan sînordar bû.

Kongre organên xwe yên wek, Komîteya Karger, Komîteya Giştî, Komîteya Şavdêr û Komîteya Ravêj hilbijart. Piştî kongreyê komîteya Giştî civîna xwe ya yekem pêk anî, di kongreyê de Kovan Amedî weke serokê nû yê Federasyonê hate hilbijartin.

Kovan Amedî, pêşî ji bo baweriya wan, spasiya hemû nûnerên kongrê kir.
Spasiya Komîteya karger ya berê, spasiya serokê berê ya Fkks´ê Keya Îzol kir ku gelek salan di organên Federasyonê da bi hevra kar kirine. Dîsa spasiya endamê KK ya berê Mardîn Baban û Jotkar Şerîf ku sekreterê berê yê Fkks´ê bû, kir.

Ji bo kar û amedkariya kongrê, spasiya kek Rêzan Mistefa û hemû endamên Komîteya rawêj û Çavdêr kir. Ji bo birêvebirina kongreyê, spasiya nûnerên Dîwanê Kek Ezîz Aliş, Dr. Kisme Mîrxan û Dîlan kilinçaslan kir ku bi hestiyariyek mezin kongreyê bi rêve birin.

Tu jî dikarî bixwazî

Şîrove girtî ne.